Li gor jêderên nûçeyan ji Rojhilatê Kurdistanê, hêzên îtlaata Îranê îro mamosteyekî olî yê Kurd bi navê Mamoste Ebdulbaqî Seîdî binçav kirine.
Li gor jêderan, Ebdulbaqî di gotarên xwe de rexne li hêzên Îranî kiriye ku êrîşî ser kolberên Kurd dikin û wan dikujin û gotiye: Çawe dibe ku Îran behsa yekîtî û biratiya misilmanan dike lêbelê rojane kolberên Kurd dikuje.
Hêzên Îtlaata Îranê bi hinceta ku ev gotin li dijî rejîma Îranê ye ev Mamosteyê Kurd binçav kirine.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin