îro li Selahedîne Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya nunerê taybetî yê Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekgirtî bo karûbarên Îraqê Jan Kubis kir.
Di hevdîtinê de ku nunerê taybetî yê Sekreterê giştî yê NY jiber bi dawî hatina erka xwe ya li Iraqê û xatirxwestin û malavayî kirinê, serdana Serok Barzanî kiribû, spasî Serok Barzanî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku di dema karkirinê de piştevan û hevkar bûne. Herwiha pêzanînên xwe ji bo rol û pêgeha Serok Barzanî hebû û ragihand ku li Ewrupa û li Rojava da bi çavekî bilind temaşa pêgeh û dîrok û xebata Serok Barzanî û malbata Barzanî tê kirin.
Di beşekî din ya vê hevdîtinê de Jan Kubis balkêşande ser proseya siyasiya Iraqê û serdana Serok Barzanî ya boBexdayê û bi serdaneke girîng û erênî wesif kir.
Kubis eşkere kir ku ew serdan ji aliyê Iraqiyan ve bi serdemek ji bo çareserkirina kêşeyan û cihê hêviyê hatiye zanîn û bi pêwîst jî zanî ew derfeta ku li piştî serdana Serok Barzanî ya Bexda hatiye holê bê bikaranîn û Bexda jî bersîv û hengavên erênî bavêje, di derbarê sînor û neft û kêşeyên dinê di navbera Herêm û Bexda. Her wiha pîrozbahiya biryara Partiya Demokrata Kurdistanê ya li diyarkirina kandîdê postê Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Hikûmeta nû ya Kurdistanê kir. Her wiha dûpat jî kir ku hikûmeta nû ya Kurdistanê hikûmetekî çalak û bihêz dibe.
Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî spasiya hewldanên Jan Kubis kir û hêviya serkeftinê ji bo wî xwest. Di derbarê peywendiyên Herêm û Bexda û serdana xwe ya Bexda de, Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku li hemû qonaxan da ji bo çareseriya kêşeyan peyama me peyama aştî û diyalog û hevdû têgihiştin bûye û piştî hilbijartinên Iraqê û pêkanîna hikûmeta nû keşûhewayekî nû û hêviyeke nû dirust bûye û ji bo çareserkirina kêşeyan jî pêwîste bawerî bi diyalog û zimanê aştiyê hebê û li heman demî de jî niyazpakî ji bo çareseriyan hebê. Diyalog û aştîxwaziya me jî nabê li ser hesabê prensîp û babetên stratejiyên me bê.
Serok Barzanî li dirêjahiya axaftina xwe de palpiştiya xwe ji bo hikûmeta Adil Abdulmehdî dûpat kir û hêviya wê yekê xwest ku ew hikûmet bikarê kêşeyan çareser bike û xizmetguzariyê pêşkêşî xelkê bike. Di derbarê Hikûmeta nû ya Herêmê jî Serok Barzanî wê yekê dûpat kir ku diruşma me Kurdistanekî bihêze û ji wê yekê bawerîn ku hikûmeta nû hikûmetekî bihêz dibê û li xizmeta xelkê de dibê û ji bo diyarkirina her dû kandîdên Serokê Herêmê û Serokê Hikûmetê xelkê Kurdistanê jî pêşwazî li biryarên PDK kirine.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin