Erbil 38°C Saturday 15 Nov 02:27

Mesrûr Barzanî li gel Jan Kubis civiya

jan kubis spasiya Mesrûr Barzanî kir
کوردستان TV
100%

Îro şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya nunerê taybetî yê Sekreterê taybetî yê Netewên Yekgirtî bo karûbarên Îraqê Jan Kubis kir ku jiber bi dawî hatina dema pîwerdariya vî li Îraqê ew serdana han pêk anî bû.

Di civînê de Mesrûr Barzanî hewldann Jan Kubis bo lihev nêz kirina hêz û aliyên Îraqî bilind nirxand û hêviya esrkeftinê di erkên vî yê nû de jê re xwest.

Di berdewamiya civînê de behsa prosesa siyasiya Îraqê hatekirin û di vê derbarê de Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku li gor me derfeteke nû hatiye afirandin bo vekirina rûpeleke nû bo têkilî û çareser kirina tevahiya kêşeyên navbera Bexda û Hewlêrê û tekez li ser piştgîriya Kurdistanê bo pêngavên serokwezîrê Îraqê û bihevre kar kirinê kir.

Di beşeke dinya civînê de Jan Kubis spasiya Mesrûr Barzanî kir bo pêşkêş kirina şîret,  hevkarî û karasaniyên ku pêşkêş kiriye.

Kubis di berdewamiya axaftinên xwe de kêfxweşiya xwe jî ya li hember pîwerdar kirina Mesrûr Barzanî weke Serokwezîrê nû yê Kurdistanê diyar kir û hêviya serkeftinê jê re xwest.

Kubiş di beşeke din ji axaftinên xwe de diyar kir ku ewlewiyeta NY li Îraqê hevkarî kirin bo çareser kirina kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê ye bi taybetî kêşeyên taybet bi madeya 140 ya destûra Îraqê û diyar kir ku nuneratiya NY di vê mijrarê de li ser erkê xwe berdewam dibe.

Pêşhat, nirxandina egeran û rewşa siyasî û abûrî ya deverê mijareke din ya civîna han bûn.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.