Di vê derbarê de wezareta pêşmerge ya Kurdistanê daxuyaniyek weşand û ragihand ku di çarçoveya êrîşên terorîstên DIŞIê yên bo ser deverên Kurdistanî yên li derveya îdareya Kurdistanê de, şeva derbasbûyî terorîstên DIŞIê êrîşî ser gundeke Kurdî ya ser bi Kerkûkê kirine.
Li gor daxuyaniya han di encama vê êrîşa terorîstan de welatiyekî Kurd hatiye kuştin û du welatiyên din jî birîndar bûne.
Ev êrîşa han direngiya şeva derbasbûyî bo ser gundê Nasir ya ser bi devera Reşad ya li Başûrê Kerkûkê pêk hatiye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin