Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî di gotareke xwe de gef li Amerîkayê kir û ragihand ku eger rojek Amerîka hewl bo rawestandina firotina petrola Îranê bide, vê Îran jî nehêle rojek ji Bendera Besreyê petrol were firotin.
Rûhanî li bajarê Semnanê diyar kir ku lazime Amerîka bizanibe ku Îran vê berdewam be li ser firotina petrola xwe û eger rojek Amerîka bixwaze pêşî ji Îranê bigire vê demê Îran jî rê nade yek roj li Bendera Besreyê petrol were firotin.
Weke tê zanîn li gel destpê kirina dora dudiyan ya dorpêçên Amerîkayê bo ser Îranê, bi awayekî rojane rayedarên Îranê gefan li Amerîkayê dikin û beriya niha jî Fermandarê spaha qodis ya Îranê gotibû ku vê artêşa Îranê ewlekariya keştiyên ku petrolê difiroşin biparêze.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin