Îro Serok Barzanî li Pîrmamê pêşwaziya şandeke Libnanî bi Serokatiya Wezîrê derve yê Libnanê Cibran Basil kir.
Di civînê de ku wezîrê şerê dijî gendelî yê Libnanê û çend Şêwirmendê hikûmeta Libnanê jî têde beşdar bûn, wezîrê derve yê Libnanê jiber serkeftinên hêzên pêşmerge li dijî terorîstên DIŞIê de pîrozbayiyên xwe pêşkêşî Serok Barzanî kir û rêzdariya xwe jî li hember qurbanîdanên xelkê Kurdistanê di şerê dijî terorîstan de diyar kir.
Cibran Basil herwiha spasiya Kurdistanê jî kir ku asankarî bo kompanî û welatiyên Libnanî yên li Kurdistanê de kirin û amadebûna Libnanê jî bo bihêztir kirina têkiliyên siyasî, abûrî û çandî li gel Kurdistanê diyar kir û tekez li ser hevkarî û lihev nêzbûna zanîngeh û navendên zanistî yên Libnan û Kurdistanê kir.
Di berdewamiya civînê de Serok Barzanî bi germê bixêrhatina şanda mêwan kir û kêfxweşiya xwe jî bo berfire kirina têkiliyên navbera her du aliyan di warên curbicur de diyar kir.
Her di heman civînê de behsê şerê hizra radîkal û bihêztir kirina çanda bihevre jiyanê û hevûdu qebûlkirinê hate kirin û Serok Barzanî balkêşande ser çanda kevnar ya gelê Kurdistanê ku bi ti awayî hesasiyeta olî û netewî li hember pêkhateyên din tuneye û ragihand ku Kurdistan hizra teror û înkarê red dike.
Derbarê rewşa penaberan û avedan kirina navçeyên ku di şerê dijî DIŞIê de rastî zirarê hatibûn Serok Barzanî ragihand ku civaka navnetewî di warê hevkarî kirina penaberan li Kurdistanê de kêmterxem bûye.
Rewşa siyasiya Îraq û têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê mijareke din ya vê civînê bûn û her du alî nêrînên xwe di wan mijaran de anîn ziman.

komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin