Erbil 38°C Saturday 15 Nov 02:28

Mesrûr Barzanî û Ehmed Cebira civiyan

behsa rewşa Sûriyeyê jî kirin
کوردستان TV
100%

Îro Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Serokê tevgera Elxedeya Sûrî Şêx Ehmed Cebira kir.

Di civînê de behsa rewşa siyasî û pêşhatin siyasî yên li deverê û şer û pevçûnên navbera girûpên cuda cuda yên Sûriyeyê û rejîma Sûriyeyê ji aliyek û ji aliyeke din ve jî şerê dijî terorîstên DIŞIê û karesatên însanî û herwiha destwerdanên derve hate kirin.

Di berdewamiya civîna han de Cebira bi navê xwe û tevgera xwe, jiber barbijêr kirina Mesrûr Barzanî û postê Serokwezîriya Kurdistanê, pîrozbayiyên xwe pêşkêşî Mesrûr Barzanî kir û hêviya serkeftinê jê re xwest û tekez li ser bihêztir kirina têkiliyan kir.

Di beşeke din ya civînê de Mesrûr Barzanî jî nêrînên xwe yên li dor pêşhat û bûyerên deverê, bi taybetî yên li Sûriyeyê diyar kir û hana tevahiya aliyan da daku karîn û hêzên xwe bi tevger bikin bo dîtina çareseriyeke siyasî bo rewşa heyî bi awayek ku tê de tevahiya aliyan hest bi hebûna xwe  û rola xwe di birêvebirina welat û biryarên siyasî de bikin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.