Îro Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Organîzatorê karûbarên nivîsîngeha balyozxaneya Norwêjê li Îraqê Raver Haugsdal kir.
Di civînê de behsa çend mijar û babetên taybet bi rewşa deverê bi giştî û têkiliyên navbera Kurdistan û Norwêjê hate kirin.
Her di heman civînê de behsa prosesa pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê û prosesa siyasiya Îraqê hate kirin û Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî belkêşande ser serdana vê dawî ya Serok Barzanî a bo Bexdayê û pêşeroja têkiliyên navbera Bexda û Hewlêrê û ragihand ku derfetek bo ji nûve rast kirina prosesa siyasî li Îraqê hatiye afirandin û tekez li ser vê yekê kir ku di vê warî de Hewlêr û Bexda pêdiviya wan bi hevûdu heye.
Mesrûr Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de balkêşande ser jibîr kirina cîhbicîhkirina destûra bingehîn ya Îraqê, kemasî û kemaniyên nava proje bûdceya Îraq yên li hember mafên Kurdistanê.
Di beşeke din ya civîna han de Raver Haugsdal spasiya Mesrûr Barzanî kirk u derfeta hevdîtinê afirandiye û jiber berbijêr kirina vî bo postê Serokwezîriyê pîrozbayiyên xwe pêşkêşî Mesrûr Barzanî kir û hêviya serkeftinê jê re û herwiha hêviya pêşkeftinên zêdetir bo Kurdistanê jî xwest.
Haugsdal di berdewamiya axaftinên xwe de piştgîriya welatê xwe bo bihêztirkirina têkiliyên navbera Kurdistan û Norwêjê û hevkarî kirina hikûmeta Kurdistanê diyar kir.
Haugsdal hevdem li gel bilind nirxandina hevkarî û asankariyên Kurdistanê bo tîma balyozxaneya Norwêjê, bi awayekî kurt behsa kar û çalakiyên însanî û astengiyên heyî yên li berdem awedan kirinê bi taybetî li Neynewayê kir û tekez li ser rola Norwêjê di nava hevpeymaniya cîhanî ya li dijî DIŞIê kir û got: Norwêj vê di şerê dijî terorê de berdewam be.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin