Îro li Hewlêrê her du wezaretên tendirostî yên Îraq û Kurdistanê konferanseke tendirostî ya hevbeş lidar xistin.
Ev konferansa han yaku yekem konferansa tendirostiyê ye, bo giftûgo kirin li ser çawetiya kontrol kirina çirik(hev)kirinê hatiye lidarxistin.
Di konferansê de rayedarên wezareta tendirostiya Kurdistanê diyar kirin ku kontrol kirin û pêşî girtin ji çirik kirinê(hevkirin anjî qirêjbûn)ê armanceke çend sale ya wezareta tendirostiya hikûmeta Kurdistanê ye û di vê çarçoveyê de gelek pêngavên girîng hatine avêtin û hikûmet li ser pêngavên xwe yên di vê derbarê de berdewam dibe.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin