Li gor jêderên ji Rojhilatê Kurdistanê, hijmareke xelkê bajarê Kirmaşanê û komeke mirovên xêrxwaz, karîne bi hevre pereyên ku weke buhayê xwîna kesek ku tê gotin ji aliyê zarokê Kirmaşanî yê bi navê Mîlad Ezîmî hatiye kuştin kom bikin û radestî malbeta kesê kûştî bikin.
Jêderên han diyar kirin ku dadgeha Îranê biryara qesasê bo Mîlad Ezîmî der kiriye lêbelê malbeta kesê kuştî gotiye eger kesûkarên Mîlad bikaribin buhayê xwîna kesê kuştî bidin wan, vê daxwaz ji dadgehê bikin ku Mîlad neyê îdamkirin.
Li ser vê yekê xelkê Kirmaşanê bihevre pere kom kirine û pereyên komkirî dane malbeta kesê ku hatiye kuştin û dadehê jî biryara azad kirina Mîladê zarok der kiriye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin