Erbil 38°C Thursday 08 May 04:52

Amnesty: Divê NY lêpirsîn li dor komkujiyên 1988an bike

herî kêm 5 hezar kes hatibûn kuştin
کوردستان TV
100%

Lêxweşbûna Navnetewî (Amnesty) dibêje ku Îran bi veşartina kuştinkarîyên girseyî yên 30 sal berê ku herî kêm 5,000 girtîyên sîyasî hatibûn kuştin, tawanên dijî mirovahî kirine.

Amnesty di raporteke nû de dide zanîn ku piştî pêdaçûna gelek belgeyan û bi sedan hevpeyvînên ligel dîdevanan, eşkere bû ku fermana kuştina hezaran bizavkarên girtî ji alîyê rêberê olî yên bilind Xumeynî hatiye dayîn.

Tehranê ti car wan kuştinkarîyên girseyî qebûl nekir û agahî li ser cîhê termên qurbanîyan û kesên hindakirî nedan bîragiştî.

Sekreterê Giştî yê Lêxweşbûna Navnetewî Kumi Naidoo ji VOA re got: Heta ku Îran bi zelalî ragihîne ku çi hat serê wan kesan, ew tawana Îranê zindî û karîger e.

Rêxistinên mafên mirovan ji Neteweyên Yekbûyî dixwazin ku derheqa kuştinkarî û hindakirinên sala 1988'an, lêpirsînekê dijî Îranê veke.

Malbatên qurbanîyan ku rikeberên rejîmê û bi piranî endamên rêxistina Mucahîdên Xeliq bûn, dixwazin bizanin çi hatiye serê hezkirîyên wan.

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.