Îro Serok Barzanî li Selahedînê pêşwaziya Siyasetmedarê Kurd û endamê desteya Serokatiya partiya demorkata Kurdistan/ sûriye, Ebdulrehman Apo kir.
Di civînê de Serok Barzanî kêfxweşiya xwe ya li hember azadbûna Apo ji girtîgehê diyar kir û ragihand ku cêyê mixabiniyeke gelek mezine ku têkoşerekî Kurd weke we bikeve girtîgeha aliyekî Kurdî.
Serok Barzanî herwiha hêviya vê yekê xwest ku dawî li êş û azarên gelê Kurd li Sûriyeyê jî were.
Di berdewamiya civînê de behsa rewşa siyasiya Sûriye, rewşa gelê Kurd li Sûriyeyê hate kirin û Serok Barzanî hevdem li gel diyar kirina dilgiraniya xwe ya li hember pêşeroja Kurd li Sûriyeyê û got; Xwesteka me bo baştir bûna rewşa Kurd li Sûriyeyê tişteke din bû, lê mixabin jiber siyasetên tekalî yên aliyekê û herwiha cîhbicîh nekirina rêkeftinên heyî yên di navbera aliyên siyasî de, niha pêşerojeke tarî bo gelê Kurd li Sûriyeyê derketiye ku ev yek jî cêyê mixabiniyê ye bo hemûyan.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin