Her çend rojane rayedarên Îranê behsa vê yekê dikin ku dorpêçên Amerîkayê ti bandorek li ser Îranê nakin, lêbelê rastî tişteke dine û abûriya Îranê ketiye nava tengasiyên gelek dijwar.
Di vê çarçoveyê de Cîgirê Wezîrê Navxweyî yê Îranê Mehdî Cemalînejad mikur hat ku ji ber dorpêçên Amerîkayê bêhtirî 80 hezar projeyên aborî yên Îranê nîvco mane û rawestiyane.
Ji aliyeke din ve jî girane bi awayekî rojane zêdetir dibe û rewşa jiyana xelkê gelek dijwar bûye û beriya çend rojan jî zêdetir ji 10 endam parlemanên xelkê Îsfehanê jiber xirabiya rewşa jiyana xelkê dev ji parlementariya xwe berdan.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin