Erbil 38°C Saturday 15 Nov 02:27

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Brîtanya li Iraqê kir

behsa têkiliyên navbera Kurdistan û Brîtanyayê kirin
کوردستان TV
100%

îro li Selahedîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya balyozê Brîtanyayê yê li Iraqê John Wilkes û şandeke pê re kir.

Di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Iraq,  navçeyê, pêngavên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê, metirsiyên li ber proseya siyasî hate giftûgo kirin û balyozê Brîtanya li Iraqê balkêşande ser girîngî û dengvedanên serdana vê dawiyê ya Serok Barzanî ya Bexda û wê serdanê jî bi girîng û bi bandor wesif kir.

Her li vê civînê de tekez li wê yekê kirin ku hikûmeta nû ya Iraqê û proseya siyasî ya piştî hilbijartinên Encûmena Nûnerên Iraqê derfet û keşûhewayekî nû ya ji bo peywendîyên di navbera Hewlêr û Bexda û çareserkirina kêşeyan û bicîhkirina maddeya 140 a destûra Iraqê aniye holê. Di derbarê rewşa Kerkûkê jî eve dûpatkir ku pêwîste hemû pêkhat li birêvebirina wî bajarî de beşdar bibin.

Di beşekî dinê civînê de Balyozê Brîtanya li Iraqê tekez li ser berdewamî û tundtir kirina peywendiyên welatê xwe ya li gel Herêma Kurdistanê û her wiha hevkarîkirina Wezareta Pêşmerge û rêkxistina wê kir.

Rewşa parêzgeha Nînowa û kêşeyên nîştecihên Mûsil û koçberan mijareke dinê vê hevdîtinê bûn.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.