Îro Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya balyozê Brîtanyayê yê li Bexdayê John Wilkes û şandeke pê re kir.
Di civînê de ku Konsulusê giştî yê Brîtanyayê yê li Hewlêrê Martin War jî têde beşdar bû behsa rewş û pêşhatên dawî yên deverê, hewldanên heyî yên bo ava kirina kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê û destpê kirina pêvajoyeke nû bo têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê hate kirin.
Di civînê de Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêvajoya nû ya bo têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê weke rûpeleke nû bilêv kir û hêviya vê yekê xwest ku di pêşerojeke nêz de bi destpê kirina diyalog û giftûgoyên avaker kêşeyên helwastî werin çareserkirin û derfet bo çespandina aştî û pêşde birina welat û pêşkêş kirina xizmetgozariyên seretayî were afirandin.
Di beşeke din ya civîna han de John Wilkes jiber pîwerdar kirina Mesrûr Barzanî bo postê Serokwezîriya Kurdistanê pîrozbayiyên xwe pêşkêşî Mesrûr Barzanî kir û hêviya serkeftinê jê re xwest û tekez li ser vê yekê kirk u Brîtanya di warê awedan kirin û pêşkeftina zêdetir ya Kurdistanê de hevkariya Kurdistanê dike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin