Li gor jêderên ji Rojhilatê Kurdistanê, hêzên îtlaata Îranê bêyî diyar kirina ti sedemekê, du welatiyên Kurd binçav kiriye.
Jêderên ji Rojhilatê Kurdistanê diyar kirin ku di nava du rojên derbasbûyî de li bajarê Sineyê hêzên îtlaatê operasiyonek bo ser mal û dikanên welatiyan lidar xistine û du welatî bi navên Wehîd Ezîmî û Hebîb Ehmedî, bêyî ku ti sedemekê diyar bikin binçav kirine û bi cêyeke nediyar veguhastine.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin