Piştî barîna barana zêde û rabûna lehiyê, li çend deverên curbicur yên Îraqê xelk rastî zirarên mezin hat.
Yek ji wan cêyan ku di encama lehiyê de xelk rastî zirar û ziyanên mezin hatiye, kempên derdorê Mûsilêne û li her du kempên Selamiya û Nemrûd hijmareke zêde penaber rastî zirarên mezin hatin.
Her di vê çarçoveyê de Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li ser daxwaza Serok Barzanî bilez hevkarî gehande wan koçberan ku zêdetir ji 1000 malbet dibin.
DXB pêdiviyên serekî yên jiyana rojane gehandiye xelkê zirar dîtî.
Di nava wan her du kempan de nêzî 2 hezar malbet dijîn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin