Bizavkara mafên Êzîdiyan Nadiya Murad, îro bi merasîmeke fermî xelata Aştî ya Nobelê ya 2018’an wergirt.
Doktorê Kongoyî Denis Mukwege, ku alîkariya qurbaniyên tundiya seksî dike, bi Murad re xelata xwe wergirt.
Murad di axaftina xwe de bal kişand ser tiştên ku hatine serê wê û anî bîra mêvanan ku çawa dayika wê û birayên wê ji hêla DIŞIê ve hatine kuştin.
Nadiya Murad got: Xewnên min hebûn ku xwendina xwe biqedînim û bi malbata xwe re jîyaneke dilnizim biborînim, lê hemî tişt ji destê min hatin birin.”
Murad bi berdewamî got ku wê ti car bawer nedikir ku mirov dikarin li hember mirovên din kiryarên hovane bikin, wekî ku DIŞIê li ser Êzîdiyan kirine.
Hêjayî bîrxistinê ye ku Murad di sala 2014’an de, di 21 salîya xwe de ji aliyê DIŞIê ve li gundê xwe Koço hatibû revandin û rastî gelek reftarên xirab hatibû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin