Li gor zaniyariyên ku ji Rojhilatê Kurdistanê hatine bidestxistin, hêzên Îtlaata Îranê zextên xwe yên li dijî Mamosteyên olî yên Kurd zêde kirine.
Jêderên han diyar kirin ku di çaroveya zextên hêzên Îtlaatê de, Mamosteyeke olî bi navê Mamoste Murad Ekrem ku beriya niha bernimêj û gotarbêjê (mele) gundê Seholan ya ser bi Mehabadê bû, ber fermana îtlaatê ji karê xwe hatiye avêtin û jê re hatiye gotin ku qedexeye ku careke din karê xwe bidomîne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin