Erbil 38°C Saturday 15 Nov 03:16

Serok Barzanî pîrozbayî li YJK kir

behsa rola yekîtiya jinên Kurdistanê kiriye
کوردستان TV
100%

Bi minasebeta 66mîn salvegera damezrandina yekîtiya jinên Kurdistanê Serok Barzanî peyameke pîrozbayî pêşkêş kir ku ev jî naveroka vê peyama han e.

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Birêz Sekreter û Endamên Mekteba Sekretariyeta Yekîtiya Jinên Kurdistanê

Bi helkefta 66. salvegera damezrandina yekîtiya we yekîtiya jinên Kurdistanê pîrozbahiyeke germ pêşkêşî we û hemû endamên rêxistina we ya têkoşer dikim.

Yekîtiya jinên Kurdistanê hevmilê rol û erkê girîngê çespandina mafên jinane û dîrokeke pir bi şanaziyê jî li xebata neteweyî û niştimanî ya li serdema çiya û piştî raperînê de jî hebûye û li serweriyên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê de jî rol û cihê destê wan diyare.

Em pê bawerin ku di pêşerojê de yekîtiya we dibe beşek ji fakterên girîng yên bo pêşde birina civak û kar li ser xebat û perwerdeyeke rastîn dike.

Dûbare pîrozbahiyê pêşkêşî we dikim û hêviya serkeftinê ji bo we dixwazim.

Mesûd Barzanî

11.12.2018

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.