Erbil 38°C Saturday 15 Nov 03:17

Nêçîrvan Barzanî û Rick Perry civiyan

Serokwezîr spasiya Amerîkayê kir
کوردستان TV
100%

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya wezîrê enerjî yê Amerîkayê Rick Perry û şandeke pê re kir.

Di destpêka civînê de şanda Amerîkî kêfxweşiya xwe ya li hember serdana xwe bo Kurdistanê diyar kiriye û qurbanîdana Kurdistanê di şerê dijî DIŞIê de bilind nirxand.

Di berdewamiya civînê de wezîrê Amerîkî Rick Perry diyar kiriye ku Amerîka berdewam dibe li ser piştgîrî kirina bicîh kirina aramiyê li Kurdistan û Îraqê û diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê.

Her di heman civînê de Serokwezîrê Kurdistanê jî spasiya şanda Amerîkî kir û anî ziman ku xelkê Kurdistanê weke piştgîriyeke bihêz li serdana şanda Amerîkî dimêzine.

Nêçîrvan Barzanî herwiha spasiya hewldanên Amerîkayê bo lihev nêz kirina Hewlêr û Bexdayê kiriye û amadebûna Kurdistanê jî bo çareser kirina kêşeyan diyar kiriye û hêviya vê yekê jî xwestiye ku Amerîka di vê mijarê de rola xwe bilîze.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.