Îro li Hewlêrê Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya şandeke Polonî ya bi Serokatiya Wezîra karûbarên Însanî Beata Dimpa û şanda pê re kir ku ji hijmarek psporên havarhatinê di warê însanî de û herwiha Serokê dezgehên xêrxwazî pêk hatibû.
Di civînê de ku Balyozê Polonya yê li Bexdayê û Konsulusê vê welatî yê li Hewlêrê û nunerê hikûmeta Kurdistanê yê li Polonyayê Ziya Reûf jî têde beşdar bû, hevdem li gel giftûgo kirin li ser pêşhatên deverê, tekez li ser girîngî û pêdiviya bi hawar hatina zêdetir ya civaka cîhanî û herwiha hana saziyên însanî yên cîhanî hat dayîn daku bi awayekî zêdetir hevkariyên însanî pêşkêşî Kurdistanê bikin.
Di vê mijarê de Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî balkêşande ser çanda mirovdostî û lêbûrînê ya gelê Kurd û ragihand ku gelê Kurd di warê çanda rêhkirî di nava civaka Kurdistanê de xizmet kirin û hewandina penaberan yên ku jiber zilim, tiris û tundûtîjî li deverên din yên Îraqê hawara xwe anîna Kurdistanê, bi erkê xwe yê însanî dizane.
Mesrûr Barzanî di beşeke din ji axaftinên xwe de behsa sedemên venegeriyana penaberan bo warên xwe kir.
Di berdewamiya civînê de wezîra Polonî jî kêfxweşiya xwe ya li hember serdana xwe bo Kurdistanê diyar kir û hêviya serekftinê bo Mesrûr Barzanî jî xwest ku bo postê Serokwezîriya Kurdistanê hatiye erkdarkirin.
Pişt re şanda mêwan behsa armanca serdana xwe kir û bi awayekî kurt balkêşande ser kar, çalakî, siyaset û bernameya Polonyayê ya li hember kemenetewan û penaberan û hevkarî kirina wan ya di warên xwe de.
Şanda mêwan vehewandina ev hijmara zêde ya penaberan li Kurdistanê bilind nirxand û ragihand ku tiştên ku di warê xizmetgozarî, tendirostî û perwerdehî de Kurdistan bo wan penaber û koçberan dabîn kiriye karekî însanî ya gelek mezine û cêyê serfiraziya tevahiya aliyan e. şanda mêwan herwiha tekez li ser berdewamiya hevkariyên welatê xwe bo Kurdistanê di warê pêşkêş kirina hevkariyên însanî de kir.
Domandin, bihêztir kirina têkiliyên du alî û şêwira di warê karîn însanî ya di navbera Polonya û Kurdistanê de çend mijarên dinyên vê civînê bûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin