Erbil 38°C Saturday 15 Nov 03:17

Nêçîrvan Barzanî: Kurdistan li ser prensîbên pêkvejiyanê dê berdewam be

behsa têkiliyên navbera Kurdistan û polonyayê kirin
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê herêma Kurdistanê pêşwazî li wezîra karûbarên mirovî ya Polonyayê Beata Peksa û şandeya li gel kir.

Li gor malpera hikûmeta herêma Kurdistanê îro 12.12.2018ê serokwezîrê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li wezîra Polonyayê Beata Peksa û şandeya li gel kir û wezîra polonyayî ji ber pêşwazî kirin û hewandina koçber û penaberên ji ber terorê spasiya xelk û hikûmeta herêma Kurdistanê kiriye, herwaha hewl û alîkariyên zêdetir ji bo koçber û penaberan wek pêwîstiyekê aniye ziman û amadebûna welatê xwe ya di vê derbarê de jî nîşandaye. Herwaha pêkvejiyana olî û netewî ya li herêma Kurdistanê bilind nirxandiye û hewldanên hikûmeta herêma Kurdistanê yên çareser kirina pirsgirêkan wek cîhê rêz û pesindanê pênase kir.

Herwaha amaje bi wê yekê hat kirin ku, serokwezîrê herêma Kurdistanê spasiya wê serdanê kir û hêvî xwest şanda mêvan di serdana xwe de geheştibin wêneyekî ronî li ser rewşa herêma Kurdistanê koçberan. Teqez jî kir herêma Kurdistanê di raborî de, naha û di paşerojê de jî dê li ser prensîbên pêkvejiyana olî û netewî berdewam be û zêdetir bicîh bike. Herwaha di mijara ava kirina baweriyê bo koçberan ku bikarin li welatê xwe bimînin de jî, pesnên rola aliyên navnetewî da.

Di beşeke din ê axaftina xwe de Nêçîrvan Barzanî, kurteyek derbarê tekoşîna dijî DAIŞê û parastina pêkhateyên cuda ji aliyê xelk û hikûmet û Pêşmergeyên Kurdistanê ve anî ziman û spasiya rêxistinên sivîl ên navnetewî û navxweyî kir, ji ber alîkariya koçber û penaberan. Herwaha hêvî xwest Polonya li Yekitiya Ewropa hewlên zêdetir bide ji bo gehandina rewşa koçber û penaberan, ku bi hemû aliyekê ve rewşa jiyana wan bê başkirin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.