Îro şandeke leşkerî ya Hengariyayê bi Serokatiya Serokerkanê vê welatî Korom Ferenc serdana wezareta pêşmerge ya Kurdistanê kir û li gel rayedarên wezareta pêşmerge civiya.
Di civînê de behsa hemahengî û hevkariya navbera hêzên pêşmerge û Şêwirmend û perwerdekarên leşkerî yên Hengariyayê yên li Kurdistanê hate kirin û her du alî tekez li ser domandina hevkarî û hemahengiya han kirin.
Her di heman civînê de Korom Ferenc eşkere kir ku vê Hengariya bi mebesta domandina kar û xebatên xwe yên di warê perwerde kirina hêzên pêşmerge de, Şêwirmend û perwerdekarên xwe yên leşkerî zêdetir bike û hevkariyên xwe yên bo hêzên pêşmerge bidomîne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin