Erbil 38°C Saturday 15 Nov 04:15

Serokwezîr pêşwazî li Nadiya Murad dike

behsa rewşa Êzdiyan kirin
کوردستان TV
100%

Nadiya Murad piştî xelata Nobel ya Aşitiyê li Osloya, paytexta Norvejê wergirit, vegeriya Kurdistanê û roja pêncşemê 13.12.2018ê li bajarê Hewlêrê ji aliyê Serokwezîr Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hat pêşwazî kirin.

Serokwezîr wergirtina xelata nobel ya aşitiyê li Nadiya Murad pîroz kir û hêviyên serkeftinê jê re xwest û berheviya hikûmetê nîşan da ku piştgirtiya hemû xebat û çalakiyên wê yên mirovî yên ji bona aşitiyê û xizmetkirina qurbaniyên êzidî û gihandina dengê wan bi cîhanê, xebatên wê yên ji bona rûbirûbûna terorê û mehkemkirina terorîstên DIŞI û nasandina dosyeya êzidiyan weke jênosîda li cîhanê û parastina êzidiyna,  bike.

Nadiya Murad sipasiya serokwezîr kir û bi kurtî behsa serhatî û tirajediya bi serê wê êzidiyan hatî û xebatên wê yên ji bona vegerandina aramî û aşitiyê ji bo civaka êzidiyan û timama qurbaniyên destê terorê bi giştî,  kir. Wê herwesa  behsa rewşa niha ya êzidiyan li devera Şingalê bi taybetî  kir û daxwaz ji hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku di avadankirina Şengal û deverên din yên êzidiyan de rol hebe daku xelk vegere ser nal û milkê xwe û jiyan û aramiya devera wan ya parastî be.

Ndiya Murdan daneyek ji kitêba xwe ya bi nave Keça Dawiyê ku bi zimanê îngilîzî weşandiyem diyarî serokwezîr Nêçîrvan Barzanî kir.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.