Erbil 38°C Saturday 15 Nov 04:15

Mesrûr Barzanî pêşwaziya Nadiye Murad kir

Nadiye spasiya Mesrûr Barzanî û hikûmeta Kurdistanê kir
کوردستان TV
100%

Îro Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Xatû Nadiye Murad kir ku beriya çend rojan xelata Nobelê wergirtibû.

Di civînê de Mesrûr Barzanî jiber wergirtina xelata aştiyê ya Nobelê pîrozbayiyên xwe pêşkêşî Nadiye Murad kir û hêviya vê yekê xwest daku karînên xwe bikar bîne bo gehandina karesatên ku bi ser Êzidiyan de hatine bi civaka cîhanî, derman kirina birînên Êzidiyan û dabîn kirina xizmetgozarî û ava kirina deverê bikar bîne.

Mesrûr Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de nêrînên xwe yên li dor parastin û rola Êzidiyan weke beşeke resen û veneqetandî ji gelê Kurdistanê, di çarçoveya hikûmeta Kurdistanê de bo pêşî girtin ji dubare bûna bûyerên weke bûyerên berê diyar kir û anî ziman ku bi hevkariya aliyên fermî yên têkildar hewl bo vê yekê didin daku rewşa Şingalê were normalkirin û rêyên Şingalê jî bo xizmet kirina zêdetir ya deverê werin vekirin.

Di berdewamiya civînê de Nadiye Murad jî spasiya Mesrûr Barzanî kir bo afirandina derfeta hevdîtinê û bihawar çûna hikûmeta Kurdistanê bo parastin û hevkarî kirina Êzidiyan û tekez li ser vê yekê kir ku tevahiya karînên xwe bikar tîne bo gehandina karesatên ku bi ser Êzidiyên rizgarbûyî ji destê DIŞIê bo civaka cîhanî daku terorîstên DIŞIê werin cezakirin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.