Erbil 38°C Saturday 15 Nov 04:15

21 terorîstên DIŞIê li Silêmanî reviyane

16 ji wan dîsa hatine girtin
کوردستان TV
100%

Malpera Eyin Eliraq news belav kir ku 21 serkirdeyên girtî yên terorîstên DIŞIê li girtîgeheke Silêmanî reviyane.

Çavkaniya han pişt nûçeya xwe dispêre gotinên rayedarekî Silêmanî û nivîsandiye; Çavkaniyek ji hêzên ewlekarî li Silêmanî ragihandiye ku 21 Serkirdeyên girtî yên terorîstên DIŞIê ji girtîgeheke bajarê Silêmanî reviyane.

Ev çavkanî diyar kiriye ku piştî agehdar bûn ji vê bûyerê hêzên ewlekarî bo girtina wan terorîstan dest bi operasiyonan kirine û karîne 10 ji wan terorîstan li devera Baziyanî û 6 terorîstên din di nava bajarê Silêmanî de binçav bikin lêbelê 5 terorîstên din hîn jî nehatine girtin û hêzên ewlekarî bo girtina wan operasiyonên xwe didomînin.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.