Erbil 38°C Thursday 08 May 04:28

Rosneft rêkeftina xwe bi Îranê re betal kir

jiber dorpêçan dev ji Îranê berda
کوردستان TV
100%

Şîrketa Rûsî ya Rosneft, ku yek ji mezintirîn şîrketên petrolê yên Rûsya û cîhanê ye, rêkeftina xwe bi Îranê re betal kir.

Ajansa Sputnik ya Rûsî ragihandiye, şîrketa Rosneft, ku bi Îranê re rêkeftinek bi qasî 30 milyar dolar îmze kiribû, paşde gav avêt.

Li gorî agahiyan, Rosneft ji ber tehdîdên Amerîka û dorpêçên ku li ser Îranê hatine sepandin, biryar daye rêkeftina xwe bi Îranê re betal bike û êdî li wî welatî kar neke.

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.