Erbil 38°C Saturday 15 Nov 04:15

Nêçîrvan Barzanî cejna Êzidiyan pîroz kir

dibêje em berdewam dibin li ser hewldanên bo azad kirina Êzidiyan
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi helkefta cejna Êzidiyan peyamek belav kir.

Serokwezîrê Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî di peyamekê de pîrozbahiyab cejna Êzidiyan kir, tê de  ragihand ku, cejna Êzî ya kurdên Êzidî di demekê de tê kirin, ku mixabin hejmareke mezin ji kurdên Êzidî li kampan dijîn û nekarîne vegerin navçeya xwe.

Herwiha Nêçîrvan Barzanî got ku, ez hêvî dikim, di cejnên bê de hemû Êzidî bi serbilindî vegeriyabin ser cih û mulik û malên xwe yên aram û avekirî û Hikûmeta Kurdistanê dê hemû hewlên xwe ji bo vê yekê bide.

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî da zanîn ku, ew hemû kurdên Êzidî piştrast dikin ku heya yek welatiyê Kurdên êzdî yên hatî revandin di destê DIŞIê de mabe, dê hewlên wan berdewam bin ji bo rizgarkirin û vegerandina wan bo cem kesûkarên wan.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.