Erbil 38°C Saturday 15 Nov 04:14

Balefirên Tirkiyeyê dîsa devera Sîdekanê bordiman kirin

zirarên mezin yên madî gehandiye deverê
کوردستان TV
100%

Peyamnêrê Kurdistantvê yê li devera Sîdekanê diyar kir ku di çaroveya bordiman kirina deverên sînorî yên Kurdistanê ji aliyê artêşa Tirkiyeyê ve, îşev careke din balefirên şer yên Tirkiyeyê hin navçeyên ser bi devera Sîdekanê bordiman kirine.

Li gor zaniyariyên ku peyamnêrê Kurdistantvê gehandine me di bordimana îşev de Dola Serbapîr ya li geliya Lêtanî hatiy bordimankirin û ev bordimana han ti zirarên canî li pey nebûye lêbelê zirarên mezin yên madî gehandiye cêyê bordimanê.

Weke tê zanîn artêşa Tirkiyeyê bi awayekî rojane bi hinceta hebûna endamên pkkê deverên sinorî yên Kurdistanê bordiman dikin.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.