Li devera Şemzînan ya Bakûrê Kurdistanê, 8 kolberên kurd ji aliyê hêzên Tirkiyê ve hatin girtin.
Li gorî medyaya Tirkiyê, duhî li gundê Gelişim yê Şemzînanê, ku dikeve ser sêkuçka Başûr, Rojhilat û Bakûrê Kurdistanê, 8 kolberên kurd ji aliyê hêzên Tirkiyê ve hatin girtin.
Li gorî agahiyan, barê wan kolberan tivingên nêçîrê bûne û dema dixwastin ji sînorê Tirkiyê derbas bibin, hatine girtin.
Hat zanîn ku 5 ji wan kolberan Başûrî û yên din jî Rojhilatî bûne û 64 tivingên nêçîrê li ser wan hatine zeftkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin