Erbil 38°C Saturday 15 Nov 07:41

Nêçîrvan Barzanî li gel McGurk civiya

behsa têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê kirin
کوردستان TV
100%

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya nunerê taybetî yê Serokê Amerîkayê yê bo karûbarên hevpeymaniya dijî DIŞIê Brett McGurk û şandeke pê re kir ku ji balyozê Amerîkayê yê li Îraqê û Konsulusê vê welatî yê li Hewlêrê pêk hatibû.

Di civînê de rewşa giştî ya deverê û Îraqê, hewldanên heyî yên bo ava kirina kanîneya nû ya hikûmeta Îraq, piştgîriya part û aliyên siyasî yên Kurdistanê bo hikûmeta nû ya Îraqê  hate giftûgokirin.

Her di civîna han de behsa têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê û danûstandinên navbera aliyên siyasî yên Kurdistanê yên bo ava kirina hikûmeta nû ya Kurdistanê hate kirin.

Her di heman civînê de McGurk jiber berbijêr kirina vî bo postê Serokatiya Kurdistanê pîrozbayî li Nêçîrvan Barzanî kir û hêviya serkeftinê jê re xwest.

Di beşeke din ya civînê de Barzanî tekez li ser vê yekê kir ku danûstandinên aliyên Kurdî yên bo ava kirina kabîneya nû didomin û tekez li ser vê yekê kir ku kabîneya nû ya hikûmetê ji aliyê hêzên serekî ve tê pêkanîn.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.