Îro şanda danûstandinkar ya partiya demokrata Kurdistanê serdana bajarê Silêmanî kir û li gel şandeke yekîtiya nîştimaniya Kurdistanê civiya.
Piştî bi dawî hatina civînê daxuyaniyeke hevbeş hatiye weşandin û têde hatiye nivîsandin ku civîn bi awayekî baş û di rewşeke dostane û berpirsiyarane de hatiye lidarxistin û têde behsa çend mijarên girîng yên weke rewşa siyasiya Kurdistanê û Îraqê, hewldanên heyî yên bo ava kirina hikûmeta nû ya Kurdistanê û têkiliyên navbera part û aliyên siyasî yên Kurdistanê hatiye kirin.
Biryare sibê şanda PDKê li Silêmanî li gel tevgera Goranê jî bo nîqaşkirina heman mijaran bicive.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin