Erbil 38°C Saturday 15 Nov 07:39

Nêçîrvan Barzanî û balyozê Japonê civiyan

dibêje Japon gelek girîngî dide Kurdistanê
کوردستان TV
100%

Îro li Hewlêrê Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya balyozê Japonê yê li Bexdayê Naofumi Hashimoto kir.

Di civînê de  balyozê Japonê yê li Bexdayê Naofumi Hashimoto kêfxweşiya xwe ya li hember serdana xwe bo Kurdistanê diyar kir û hêviya vê yekê xwest ku hikûmeta Kurdistanê hevkarî û karasanî bo kar û çalakiyên balyozê Japonê li Bexdayê û konsulusê Japonê li Hewlêrê bike.

Hashimoto di berdewamiya axaftinên xwe de diyar kir ku Japon gelek girîngî bi têkiliyên xwe yên li gel Kurdistanê dide û hêviya vê yekê jî xwest ku Kurdistan pêşkeftinên zêdetir bidest bixe.

Hashimoto herwiha beşdariya Kurdistanê bi prosesa siyasiya Îraqê de bi girîng wesif kir û hêviya vê yekê jî xwest ku kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê bi diyalogê werin çareserkirin.

Di beşeke din ya civîna han de Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî spasiya balyozê Japonê kir û hêviya serkeftinê jê re xwest û tekez li ser dom kirina hevkarî û hemahengiya Kurdistanê li gel balyozxane û konsulusxaneya Japonê kir.

Barzanî di beşeke din ya axaftinên xwe de diyar kir ku aliyên Kurdistanî beşdarî di prosesa siyasiya Îraqê de dikin û hêvî dikin ku kêşeyên heyî bi rêya destûr û diyalogê werin çareserkirin.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.