AFP: Şerê li Yemenê piştî biryara agirbestê careke din destpê kir

hefteya derbasbûyî li ser agirbestê lihev kiribûn
کوردستان TV
100%

Nûnerên Yemen û Husîyan dema ser agirbestê destên xwe dirêjî hevdu dikin

AFP'ê ragihand ku pevçûnên di navbera hêzên hikûmeta Yemenê û serhildayên Husî de didomin.

Hikûmeta Yemenê û Husîyan hefteya borî bi navbeynkariya Neteweyên Yekbûyî (NY) li Stockholm ya paytaxta Swêdê ser agirbestê li hev kiribûn.

Li ber bû ku agirbestê roja Sêşemê bi şev destpê bikira, lê pevçûnên li Hudeyda jinûve gur bûn.

Jêderên herêmî dibêjin ku li Hudeyda bi qasî 150,000 sivîl li asê mane.

NY diyar dike ku di şerê li Yemenê de heta niha herî kêm 6600 sivîl hatine kuştin û pirtirê 10,000 sivîlên din jî birîndar bûne.

Voa

 

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.