Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel Wezîrê Derve yê Almanyayê civiya û herdu aliyan behsa pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Almanyayê kirin. Nêçîrvan Barzanî got: Em dê ligel Almanyayê di her warî de peywendiyê xwe bihêz”
Serokwezêrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Sêşembî 18ê Kanûna 2018 pêşwazî li Wezîrê Derve yê Almanyayê Heiko Mass kir û herdu alî bi hev re civiyan.
Piştî civînê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Derve yê Hollandayê di konferanseke rojnamevanî ya hevbeş de behsa naveroka civînê û têkiliyên navbera Kurdistanê û Almanyayê kirin.
Nêçîrvan Barzanî di destpêka de bi xêr hatina Wezîrê Derve yê Almanyayê kir û got: “Em ji bo peywendiyên xwe yên ligel Almanyayê pê şanaz in. Xelkê Herêma Kurdistanê bi erênî pêşwaziya serdana û alikariyên Almanyayê yên di heyamên dijwar de bo Herêma Kurdistanê dike. Em spasiya Hikûmeta Almanyayê dikin ku di şerê di dijî DAIŞê de alîkariya Herêma Kurdistanê kirin û di pêvajoya çaksazkirina Hêzên Pêşmerge de bû alîkar.”
Barzanî destnîşan kir ku herdu aliyan jî tekezî li bihêzkirina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Almanyayê de kirin û wiha pê de çû: “Em hêvî dikin ku di dahatuyê de jî ev peywendiyên berdewam bibin û veberdêrên Almanyayê li Herêma Kurdistanê û Iraqê rol hebe.”
Serokwezîrê Kurdistanê herwiha ragihand kuu çareserkirina pirsgirêkên Sûriyê bi tenê dê bi rêkeftinên siyasî be û got: “Em xweşhalin ku hinek gav ji bo nivîsandina destûrê Sûriyê hatine avêtin, û hîvî dikin ku ev destpêkek be, ji bo çareserkirina krîza miroviya li Sûriyê.”
Wezîrê Derve yê Almanyayê Heiko Mass jî diyar kir ku ew girîngiyê pê aramiya Herêma Kurdistanê û Iraqê didin û wiha got: “Di vê heyamên dawiyê de gelek koçber vegeriyana li ser milk û malên xwe. Hilbijartinên nû hatin kirin û ev yek jî nîşaneyên aramî û pêşketinî ne.”
Heiko Mass bo Nêçîrvan Barzanî jî wiha axifî: “Di çareserkirina pirsgirêkên ligel Bexdayê de roleke we ya mezin û wêrek hebû. Ev yek jî dide xuyandin ku hûn bo ser çareserkirina pirsgirêkan rijd in. Pirsgirêke dikarin bi rêya diyalogê bêne çareserkirin û we ev yek kir.”
Derbarê krîza Sûriyê de jî Mass tekez kir ku ew girîngiyê bi amadekirina destûra bingehîn a nû didin û wiha domand: “Divê amadekirina destûra bingehîn a nû bo Sûriyê de di bin çavderiya Neteweyên Yekbûyî de bê nivîsandin. Pêwîst e krîzên Sûriyê bi dawî bibe û gavên cidî bo çareserkirina hemû pirsgirêkan bên avêtin.”
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin