Erbil 38°C Saturday 15 Nov 07:40

Pêgehên DIŞIê li Qereçoxê hatin topbaran kirin

zirarên mezin bi DIŞIê gehêştine
کوردستان TV
100%

Çavkaniyek hayedar ji hêzên leşkerî yên ser bi wezareta pêşmerge ragihand ku êwara îro çarşemê, balefirên ser bi hevpeymaniya cîhanî li çiyayê Qereçoxê pêgehên terorîstên DIŞIê bordiman kirine.

Li gor gotinên çavkaniya han, di encama bordimana han de gelek zirarên mezin ber terorîstên DIŞIê ketine.

Çavkaniyê eşkere kir ku balefirên ser bi hevpeymaniya cîhanî îro 5 caran êrîşî ser pêgehên DIŞIê kirine.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.