Îro birêveberatiya polîsê Silêmanî daxuyaniyek weşand û ragihand ku 5 kesên bergoman yên ku duhê bi şev li taxa Serçinar ya li Silêmanî bi zorê welatiyek siwarê tirimbîlê xwe kirine û pişt re ew şelandine hatine girtin.
Li gor daxuyaniya han, ev 5 kesên bergoman, welatiyê ku birine nava tirimbîla xwe, lê dane û pişt re jî bi zorê sê hezar dolar û hinek tiştên din yên taybetî yên vî birine û pişt re jî polîs ji bûyerê hatiye hayedarkirin û ev her 5 kesên bergoman hatine girtin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin