Îro Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Serokê tîmê taybetî yên lêkolîn kirin li ser tawanên terorîstên DIŞIê Kerîm Esed Ehmed Xan kir.
Di civînê de Ehmed Xan kêfxweşiya xwe ya li hember serdana xwe bo Kurdistanê û hevdîtina xwe li gel Serokwezîrê Kurdistanê diyar kir û balkêşande ser kar û çalakiyên tîma han yaku li Îraq û Kurdistanê de derbarê lêkolîn kirin li ser tawanên DIŞIê pêk anîne.
Ehmed Xan herwiha diyar kir ku em li gor biryar û şîretên civata ewlekariya navnetewî hewl bo kom kirina belgeyan li dor tawanên DIŞIê didin daku bikaribin di pêşerojê de tawanbarên DIŞIê dadgehî bikin.
Di berdewamiya civîna han de Serokwezîrê Kurdistanê jî kêfxweşiya xwe ya li hember serdana han û dest bikar kirina ew tîma han diyar kir û piştgîriya hikûmeta Kurdistanê jî bo tevahiya kar û çalakiyên tîma han diyar kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin