Erbil 38°C Saturday 15 Nov 07:40

Serok Barzanî li hemer pêşeroja Rojavayê Kurdistanê dilgirane

dibêje nabe şer û tundûtîjî zêdetir bibe
کوردستان TV
100%

Serok Barzanî derbarê bûyer û pêşhatên vê dawî yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê û guhertinên siyasî yên ku di nava wan çend rojan de pêk hatine peyamek weşand ku ev jî tekesta vê ye;

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Rûdan û pêşhatên vê dawiyê li Sûriye û bi taybetî rewşa gelê Kurd li wî welatî cihê dilgiraniyê ye. Berê jî li ser paşaroja gelê Kurd li Sûriye û ew rewşa ku li Rojava çê  bûye, me têbînî û dilgiraniyên xwe ragihandiye û nedibûya rewş bigehêja vê hala niha.

Hejmarekî yekcar zêdeyê welatiyên Kurd li Sûriye di jiyana koçberiyê de dijîn û êrîşa terorîstên DIŞIê û rewşa xerab ya siyasî û gefên dinê li salên derbasbûyî, xelkê Kurd li Sûriye gelek êşandiye û hê jî şerê DIŞIê jî temam nebûye.

Hêvîdarim rûdanên vê dawiyê û pêşhatên nû, nebin sedema wê yekê tundutîjî û şer geştir bibe û êdî welatî û gelê Kurd li Sûriye ji êş û azarên zêdetir nebînin.

Mesûd Barzanî

20.12.2018

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.