Di çarçoveya operasiyonên serda girtinê yên îtlaata Îranê yên li dijî welatiyên Kurd, du bira li bajarê Pîranşarê ji aliyê îtlaatê ve hatin girtin.
Li gor jêderên taybetî ji Rojhilatê Kurdistanê ev her du bira ku navên wan Seyêd Muxlis û Seyêd Loqman Tahiriye, û temenê yek ji wan 50 û ya ewê din jî 35 sale, beriya 20 rojan di nava malên xwe de ji aliyê îtlaatê ve hatine girtin û bo girtîgeha navendî ya Urmiyeyê hatine veguhastin û heta niha jî çarenivîsa wan ne diyare.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin