Erbil 38°C Tuesday 24 Jun 00:31

QSD: Herî kêm 30 çeteyên DIŞIê hatine kuştin

şerê dijî DIŞIê didome
کوردستان TV
100%

Şervanên QSD`ê li eniya El-Şafaa û EL-Sûse  sê nuqteyên çeteyeyan rûxandin. Her wiha di encama şerê li herêmê de herî kêm 30 çete hatin kuştin û gelek alavên leşkerî ketin desdtê şervanan.

Li gor nûçeyeke anhayê li eniya El-Şafaa û El-Sûse yên girêdayî Hecîn a Dêrezorê di navbera şervanên QSD`ê û çeteyên DIŞIê de şerên dijwar rû didin. Şervanên QSD`ê li herêmê bi awayekî ber bi çav pêşde çûn.

Çavkaniyekî leşkerî ji ajansa me re ragihandin ku şevê din şervanên QSD`ê du nuqteyek çavdêkiryê û cihekî ku çeteyan erebeyên bombebarkirî tê de amade dikirin, rûxandin.

Çavkanî diyar kir ku di encama şerên li herêmê de herî kêm 30 çete hatin kuştin û gelek çekên kelaşinîkov, cîhazên bê têl cureya "Haytra" ketin destê şervanan.

Her wiha çavkaniyê leşkerî destnîşan kir ku şervan li herêmê bi pêşde diçin.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.