Erbil 38°C Saturday 15 Nov 10:32

Serok Barzanî: Cihê şanaziyê ye ku Kurdistan welatê pêkvejiyanê ye

pîrozbayî li mesîhiyên Kurdistan û cîhanê kir
کوردستان TV
100%

Serok Barzanî bi helkefta hatina cejnên serê sala zayînî û ji dayikbûna Hezretî Mesîh (Silavên xwedê li ser bê) peyameke pîrozbahiyê belav kir û ev jî Ev jî naveroka peyama Serok Barzanî ye:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta hatina cejnên serê sala zayînî û ji dayikbûna Hezretî Mesîh (Silavên xwedê li ser bê), germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî xuşk û birayên Mesîhî li Kurdistan û Iraq û hemû cîhanê dikim.

Hêvîdarim ev helkefta pîroz bibê sedema destpêka jiyanekî pir li aştî û birayetiya di navbera hemû aliyek û dawî bi teror û zulm û çewsandin û asîmîlasyonê bê, bi taybetî ku xuşk û birayên me yên Mesîhî li salên derbasbûyî êşekê zêde bi dest terorîstan ve dîtin.

Cihê şanaziye ku Kurdistan welatê pêkvejiyan û tebayiya hemû ol û netewe û pêkhatane û pişt bi xwedayê mezin û bi hîmmeta hemû aliyek divê ew pêkvejiyan û birayetî kûrtir bibê.

Hêvî dikim hemû cejnên xwe bi xweşî û aştiyê de bikin û hêviya şadî û bexteweriyê bo we dixwazim.

Mesûd Barzanî

24.12.2018

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.