Li gor daxuyaniyek ku îro hatiye belavkirin, jiber kêşeyên navxweyî yên bizotneweya îslamî ya Kurdistanê, ev bizotneweya han rastî qirîzên navxweyî yên gelek dijwar hatiye.
Di daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku jiber wan qirîz û kêşeyên navxweyî, 6 endamên serkirdatiya bizotneweyê dev ji bizotneweyê berdane.
Ev 6 endamên serkirdatiya bizotneweya îslamî diyar kirine ku niha bizotneweya îslamî ji rêya xwe ya serekî derketiye û her tişt di destê Emîrê bizotneweyê de hatiye komkirin lewre me jî dev ji bizotneweya îslamî berdaye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin