Erbil 38°C Saturday 15 Nov 10:32

Wezîra Îsraîlê: Hêvîdarim nehêlin Erdogan Kurdan qetil bike

dibêje nabe rê were dayîn ku Erdogan kurdan bikuje
کوردستان TV
100%

Wezîra Dadê ya Îsraîlê Ayelet Şaked li ser biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump a vekişîna hêzên Amerîkî ji Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê daxuyanî dan.

Li gor nûçeyeke peyamakurd  Xanim Şaked da xuyakirin, "Her çiqas Trump dibêje ez dostê herî baş ê Îsraîlê me jî ev pengav, ji bo Îsraîlê nebaş e.  Erdogan bihêz dike ku ew bixwe neyarê cihûyan e. ”

Şakedê destnîşan kir ku Kurd qehremanên mezin in û ji ber îhtimala êrîşeke ser hêzên Kurdan şermezarî da.

Ayelet Şaked derbarê bandora ser Kurdan a vê biryarê wiha axivî:  Kurd lehengên mezin in. Bi xêra wan welatên Rojavayî di şerê dijî DIŞIê de bi ser ketin. Ew hevpeymanên me ne û hêvîdarim di têkoşîna xwe ya dijî Tirkan de bi ser bikevin. Hêvîdarim civaka navdewletî nehêle Erdogan Kurdan qetil bike.”

 Xanim Ayetel Şaked bi piştgiriya xwe ya xurt a bo Kurdan û Kurdistanê tê zanîn ku di pêvajoya referandûma serxwebûna Kurdistanê ya 25ê Îlona 2017an de jî piştgiriyeke xurt dabû.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.