Tirkiyê ji Google daxwaz kir ku nexşeya erdnîgariya Kurdistanê ku li ser Google Maps a Îngilîzî bi rengê sor hatiye xêzkirin bê rakirin.
Wezîrê Gihandin û Binesaziyê yê Tirkiyê Cahît Turhan ragihand ku wan ji bo rakirina nexşeya ‘Kurdistanê’ ji ser Google Maps a Îngilîzî serlêdan kiriye.
Turhan got ku rayedarên Tirkiyê ji bo rakirina nexşeyê ligel karbidestên Google axivî ne, agahdarî dane wan û xwestine demildest bê rakirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin