Erbil 38°C Saturday 15 Nov 10:31

Serok Barzanî pêşwazî li serokwezîrê Vatîkanê Pietro Parolin kir

Kardînal spasiya Serok Barzanî û Kurdistanê kir
کوردستان TV
100%

Serok Barzanî pêşwazî li Serokwezîrê Vatîkan kardînal Pietro Parolin û şanda pê re kir.

Îro danê nîvro, Serok Barzanî li Pîrmam pêşwaziya Serokwezîrê Vatîkan kardînal Pietro Parolin û şanda pêre kir ku ji hijmarek Şêwirmendên Vatîkanê pêk hatibû.

Di civînê de, kardînal Pietro Parolin silavê papayê  Vatîkanê gihand Serok Barzanî û spasiya Barzanî û hikûmeta Kurdistanê kir ji bo hewandina penaber û koçberên mesîhî.

Serokwezîrê Vatîkan herwiha daxwaz kir ku cih û warê mesîhiyan û pêkhateyên din yên ku ji ber şer wêran bûne, ji nû de bên avedankirin da ku koçberên mesîhî û yên din bikarin vegerin ser cih û warê xwe.

Li ser pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê jî, kardînal Pietro Parolin anî ziman ku ew hez dikin her du alî arîşeyên xwe bi diyalogê çareser bikin û ew geşbîn in jî dê wisa be.

Serokwezîrê Vatîkan behsa şerê terorê û DIŞIê jî kir û qedirzaniya Kurdistanê kir ku di şerê terorê de gelek qurbanî daye. Wî rayedarê Vatîkanê anî ziman ku divê ji bilî şerê serbazî, şerê îdeolojî jî li dijî terorê bê kirin da ku hizra terorê nemîne.

Barzanî jî spasiya Papa Fransîs kir ku jê re silav şandiye û ragihand, dema terorên DIŞIê êrişî Kurdistanê kiriye ji birayên mesîhî re gotiye ku qedera me yek e, yanê emê bi hev re bimirin yan jî emê bi hev re bijîn.

Serok Barzanî daxwaz ji hikûmeta Vatîkanê kir ku nehêle mesîhî êdî koçber bibin ji ber ku ev der welatê wan e, ji ber wê jî bila ti kes wan teşwîqî koçberiyê neke. Ew tiştekî xelet e.

Barzanî di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku ew bi çanda pêkvejiyana aştiyane ya li Kurdistanê serbilind in diyar kir, bila civaka navdewletî alîkariya koçber û pêkhateyên etnîkî û olî bike ji bo ku rewşa jiyana wan xweştir bibe.

Serok Barzanî li ser şerê terorê jî got, teror ji ber hinek sebeban derdikeve. Eger ew sebeb neyên ji navbirin tirsa wê heye terorek ji DIŞIê xirabtir derkeve.

Li ser pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê jî Barzanî ragihand, Kurdistan her dem alîgirê diyalogê bûye. Gelê Kurdistanê ti carî şer nexwastiye. Serokwezîrê nû yê Iraqê Adil Ebdulmehdî kesekî lîberal e û alîgirê lihevhatin û çareserkirina arîşeyan e. Em jî piştevaniya wî dikin bo vê yekê.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.