Erbil 38°C Saturday 15 Nov 12:43

Serok Barzanî û Jeanine Hennis-Plasschaert civiyan

Nunera nû ya Sekreterê NY li Îraqê dest bikar bû
کوردستان TV
100%

Îro li Selahedînê Serok Barzanî  pêşwaziya Nûnera Taybetî ya Sekreterê  giştî yê Neteweyên Yekgirtî bo karûbarên  Iraqê Xatû Jeanine Hennis-Plasschaert û şandeke pê re kir.

Di hevdîtinê de Serok Barzanî pîrozbahiya destbikarbûnê li xanima Jeanine Hennis-Plasschaert wekî Nûnera nû ya Sekreterê NY li Iraqê kir û hêviya serkeftinê ji bo wê xwest.

Her di vê hevdîtinê de şerê dijî terorê û metirsiyên hizra terorê li ser asayîşa Iraq û navçeyê xistin ber behs û guftûgoyê û Serok Barzanî wê yekê bi şanda mîhvan ragihand ku raste DIŞI di warê leşkerî de hatiye têkbirin lê belê sedemên serhildana terorê pêwîste nemînin nexwe metirsiya terorê bi awayeke din serî hildide û bi pêwîst jî zanî ku şerê fikrî û civakî û aboriya terorê bê kirin.

Di beşeke din ya vê civînê de ronahî xistin ser peywendiyên Kurdistan û Bexda û serdana meha derbasbûyî ya Serok Barzanî li Bexda û Serok Barzanî piştevaniya xwe ji bo birêz Adil Abdulmehdî Serok Wezîrê Iraqê nîşan da û bi siyasiyekî vekirî û aligirê diyalogê wesif kir ku bi başî li doza rewaya gelê Kurdistanê jî têdigihe û eve jî xiste rû ku Kurdistan herdem rêya hevdû têgihîştin û diyaloga ji bo çareserkirina kêşeyan li ber girtiye.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.