Erbil 38°C Saturday 15 Nov 12:47

Mesrûr Barzanî li gel nunera nû ya Sekreterê NY bo karûbarên Îraqê civiya

behsa çareser kirina kêşeyên heyî yên li Îraqê kirin
کوردستان TV
100%

Îro Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya nunera nû ya Sekreterê Netewên Yekgirtî bo karûbarên Îraqê Xatû Jeanine Hennis-Plasschaert û şandeke pê re kir.

Di civînê de hevdem li gel giftûgo kirin li ser pêşhatên siyasî yên li deverê, Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî jiber destbikar bûna vê weke nunera nû ya Sekreterê NY bo karûbarên Îraqê Jeanine Hennis-Plasschaert, pîrozbayî li vê kir û amade bûna Kurdistanê bo hevkarî û hemahengî bo cîhbicîh kirina erkên vê, jê re ragihand.

Di beşeke din ya civînê de  Jeanine Hennis-Plasschaert spasiya Mesrûr Barzanî kir û bo Serokatî kirina kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê hêviya serkeftinê ji Mesrûr Barzanî re xwest.

Di berdewamiya civînê de kêşeyên Îraqê, sedemên paş ketina çareser kirina kêşeyên han hate kirin û Mesrûr Barzanî behsa girîngiya cîhbicîh kirina tevahiya destûra bingehîn ya Îraqê û lez kirin li ava kirina dezgehên fedralî kir.

Di berewamiya civînê de behsa porsesa hevkarî kirin û vegerandina awareyan û dubare awedan kirina deverên azad kirî ji destê DIŞIê hate kirin û di vê derbarê de Jeanine Hennis-Plasschaert diyar kir ku NY hedem li gel domandina erkên xwe yên însanî, berdewam dibe li ser hevkarî kirina hêz û aliyên siyasî yên Îraqê bo lihev nizîk kirina nuneratiya tevahiya pêkhateyan bi armanca dîtina çareserî bo kêşeyên heyî.

Giftûgo kirin li ser hewldanên temam kirina kabîneya nû ya hikûmeta Îraqê û hikûmeta Kurdistanê, pêşhatên siyasî yên navbera Hewlêr û Bexdayê yên ber bi destpê kirina pêvajoyeke nû, mijareke din ya vê civîna han bûn.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.