Her çend hin nûçe û dêmen hatin weşandin û behsa vê yekê dikirin ku qaşo hêzên ser bi artêşa Sûriyeyê derbasî nava Minibicê bûne lêbelê jêderên taybetî behsa vê yekê dikin ku ne hêzên Sûriyeyê ne jî cîhadiyên ser bi Tirkiyeyê û artêşa Tirkiyeyê derbasî nava bjarê nebûne.
Jêderan behsa vê yekê kiriye ku artêşa Sûriyeyê li Rojavayê bajarê Minbicê bicîh bûye û cîhadiyên ser bi Tirkiyeyê jî li Bakûr û Bakûrê Rojavayê Minbicê bicîh bûne û dixwazên derbasî nava bajarê bibin.
Lêbelê hêzên hevpeymaniya cîhanî hîn jî di nava bajarê dene û rê nadin ev hêzên han derbasî nava bajar bibin.
Li gor zanyariyên şanderê Rûdawê yê li Minbicê, heta niha Hevpeymaniya Navdewletî li nav bajêr in û nahêlin ne artêşa Tirkiyê, ne hêzên opozisyon û ne jî hêzên ser bi hikûmeta Sûriyê derbasî nav Minbicê bibin.
Ji aliyeke din ve jî Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji hêzên çekdarî yên Sûriyê daxwaz kir ku bi erkê xwe rabin û sînorê bajarê Minbicê ji gefên Tirkiyê biparêzin.
Di daxuyaniya YPGê de hatibû diyarkirin ku "em ji dewleta Sûriyê daxwaz dikin ku ji aliyê ax, gel û sînor ve ser bi Sûriyê ne û hêzên çekdar bişîne ji bo parastina devera Minbicê li hember gefên Tirkiyê".
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin